Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewropî Soza Piştevaniyê bo Ukrayna dide


Seroka Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewropî soza piştevaniyek bihêz ya navneteweyî bo Ukrayna dide li demê ku ew welat xwe amede dike hikûmetek nû piştî serokê ladayî Vîktor Yanukovych nû pêkbîne.

Catherine Ashton roja Sêşembî li konfranseka rojnamevanî de li Kyiv paytextê Ukrayna got sazî û dezgehên Rojava yê hizra hindê dikin ku çawa alîkarya aborya Ukrayna bikin da piştî xwepêşandanên sîyasî yên sê mehan bêtev serxwe.

Ashton herwiha rijdî li Rusya kir ku rê bide Ukrayna da ew Seroka Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewropî soza piştevaniyek bihêz ya navneteweyî bo Ukrayna dide bixwe kêşeya xwe ya sîyasî çareser bike.

Her roja Sêşemî, parlemanê Ukrayna di dengdanekê de biryar da ku serokê ladayî Yanukobych bişîne Dadgeha Tawankariya ya Navneteweyî da bo tawankariyên demê xwenîşandanên dijî hikûmetê hatibûn kirin bê dadgehîkirin.
XS
SM
MD
LG