Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên Îslamî ji Bajarê Ezaz Vekişîn


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, grubeke tundrê ya Îslamî ji bakurê Helebê derdikeve, piştî ku mîlîtanên hevrk yên cîhadî hişyarî dabû wê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam, çekdarên xwe ji bakarê Ezaz û dora wê kişandin.

Cebet el Nusra ya hevrik ku girêdana wê bi El Qayde heye, ve heftê gotibû ku ewê bi dara zorê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam ji deverê derxe, eger ew bi dilê dernekeve.

Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam ku berî demeke kin ji Qayde cuda bibû, kontrola Ezaz ya ser sînora Tirkîyê ji serhildayan standibû.
XS
SM
MD
LG