Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwanên Kurd jibo Girtîyên Nexweş di Greva Birçîbûnê de ne


4 ciwanên Kurd jibo berdana girtîyên nexweş yên giran û kal ku bi xeterîya mirinê re rû bi rû ne, li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ciwanên ku endamê Meclîsa Ciwanan ya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ne, li parka Sibel Yalçin ya Okmeydani kon vedan û li wir vê bizava xwe didomînin.

Ew dîyar dikin, heta rewşa girtîyên nexweş yên nikarin bi serê xwe jîyana xwe bidomînin çareser nebe ew ê jî bi awayê bê dem greva birçîbûnê berdewam bikin.

Her çar ciwanên Kurd li konê greva birçîbûnê ji Dengê Amerîka re li ser vê bizava xwe peyivîn.

Bizavkar Gulîstan Çelîk bi bîr dixe, heta niha gelek girtî jiber nexweşîyê li girtîgehan canê xwe ji dest dane, êdî em naxwazin kesekî din li girtîgehan bimire.

Xuşka Gulîstan Rûken Çelîk jî dibêje, divê ew ne li girtîgehan, lê li nexweşxaneyan werin derman kirin.

Ew, daxuyanîyên Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên li ser berdana kesên bê sûc rexne dike û dide xuya kirin, çima ku girtîyên Kurd in û xwedî nasnameyeke sîyasî ne ew nayên berdan.

Bizavkar Mecît Gokçen dide zanîn, wan çar kesan li dengê wijdanê xwe guhdar kirine û biryara greva birçîbûnê dane.

Ew jî balê dikişîne ser pêvajoya aştîyê û rewşa girtîyên nexweş wekî xeta sor ya berdewama pêvajoyê dinirxîne.

Azad Tokmak ku dayika wî Fatma Tokmak, tevî nexweşîna giran ya dil, li girtîgehê dimîne jî yek ji beşdarê greva birçîbûnê ye.

Dayika Azad bi hincetên sîyasî sala 2010’an hatîye girtin û ligel hemû hewildan û raporên pizîşkî jî ew li girtîgeha jinan ya Bakirkoy ku li Stenbolê ye tê girtin.

Ciwanên Kurd vê çalakîya xwe wekî bizavake mirovî û wijdanî bi nav dikin ku daxwaz dikin piştgirîya wan bê kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG