Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Kemal Seydo Serdana HRW ya Kurdistana Sûrîyê Şîrove Dike


Şandeya HRW ligel YPG kom dibe
Şandeya HRW ligel YPG kom dibe
Şandeyeke rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) berî çend hefte çûbû Kurdistan Sûrîyê ku rewşa heyî li derê bibîne û raporteke ser rewşa mafên mirovan amade bike.

Endamê wê şandeyê Fred Abrahams di hevpeyvîneke çapa Îngîlîz ya Rudaw'ê de bi firehî qala wê serdanê kiribû û agahîyên girîng li ser zîyareta xwe dida.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Dr. Keml Seydo, Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn ya "Komela Gelên Bin Gefê" daxuyanîyên HRW dinirxîne ku ew jibo Kurdan tên çi maneyê.

Birêz Seydo dibêje, divê rêvebirên Kurd bi baldarî guh bidin rexne û pêşnîyarên sazîyên bêalî yên Çavdêrîya Mafên Mirovan û Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International).

"Eger Kurd dixwazin pişgirîya cîhana Rojava bigirin, divê derîyê xwe ji wan sazîyan re bi temamî vekin û hevkarî ligel wan bikin."

Seydo dîyar dike ku ew dilxweş bûye ku di şîroveyên HRW de gelek tiştên erênî jî hene û ew kî nîşan dide ku Kurd karên baş jî dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG