Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Wêrankirina Deverên Dîrokî li Sûrîyê Ziyanê Digihîne Mirovahîyê


Bab Antakya li Heleba kevin.
Bab Antakya li Heleba kevin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon dibêje ku şer kelepûra çandî ya dewlemend li Sûrîyê wêran dike.

Di daxuyanîyeke hevbeş de ligel berpirsa kultûrî ya NY Irina Bokova û nûnerê tayber Lexder Brahîmî, birêz Ban roja Çarşemê got ku deverên kelepûra Cîhanî li Sûrîyê rastî xirabiyê hatine û li hin deveran ziyana ku gihiştîye wan nayê duristkirin.

Hinek deverên dîrokî li Sûrîyê bûne qad û meydanên şer, wekî bajarê kevnetor yê Tedmur, qesra 5000 salî ya Helebê û herwiha Dêra 1500 salî ya Saint Simeon.

Karbidest dibêjin, talankirin û derxistina neqanûnî ya kelûpelên kultûrî gihiştine qonaxine ku ticarî wiha nebûne.

Daxuyanî dibêje ku deverên dîrokî yên Misilman û Kristyanan li jêr êrîşan in. Ew dibêje, wêrankirina kelepûreke wisa zengîn ziyanê digihîne nasmeya û dîroka Sûrîyê û ya hemû mirovahîyê.
XS
SM
MD
LG