Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî li Wanê bi Davutoglu re Civiya


Barzanî û Davutoglu li Wanê, Şembî, 15ê Adara 2014ê.
Barzanî û Davutoglu li Wanê, Şembî, 15ê Adara 2014ê.
Serokwezîrê Herêma Kurdîstanê Nêçîrvan Barzanî roja Şemîyê li Wanê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re kom bû.

Di kombûnê de peywendîyên bazirganî yên navbera Kurdîstanê û Tirikîyê hatin gotûbêj kirin.

Ahmet Davutoglu got Hewlêr û Silêmanî derîyên girîng in di navbera Tirkiye û Îraqê de. Wezîr Davutoglu da zanîn li ser hidûdê Tirkiye û Kurdistanê pênc derîyên nû yên sînorî werin vekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got di nav çend salên dawî de peywendîyê wan bi Tirkiyê re gelek bipêş ket lê mecal heye ku ev berfirehtir bibe.

Birêz Bazranî got di çend salên dawî de pêşketinên berbiçav çêdibin li Tirkîyê û ew hêvîdarin ku ev pêşketin bibin netica aşitîya mayindedi nav herdû gelan de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Şemîyê di saet 19:30 de li Enqerê dê bi Serokwezîrê Tirkiyê Recep tayip Erdogan re jî civînek taybet wê lidar bixe li ser danûsendin sîyasî û aborî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG