Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zincîreke Teqînan Paytexta Îraqê Hejand


Karbidestên Îraqî dibêjin ku bi sedema zincîreke teqînan li Bexdayê bi kêmî ve heşt kes hatin kuştin.

Otomobîlek şeva Şembî li şeqameke navdar ya taxê El Emîn teqî û bi kêmî ve çar kes hatin kuştin. Di wê teqînê de herwiha 13 kesên din birîndar bûn.

Her li paytexta Îraqê, otombîleke din li pêş resturantekê hate teqandin û sê kes hatine kuştin.

Di wê teqînê de, ku li taxê Qahîre qewimî, şeş kesên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG