Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wekîlê Misto: Dema Ukrayna bi Hêz Ket wê Şerî ji Kirim Re Bike


Wekîlê Misto: Çend Komarên dî yên Yekêtîya Sovyat a berê ji nîyaza Putin jibo vegerandina hêza îmberatorîya Rûsî ditirsin.

Amerîka û Yekêtîya Ewropî cizayên aborî liser hinek karbidestên Rûsî û Ukrayna danîn piştî herêma Kirim serxwebuna xwe ji Ukriane ragihandî kû ew bi xwe pêngaveke berev yekgirtinê digel Rûsî ya Fîdral.

Li heman dem Serokê Amerîk Barack Obama sozên piştevanî kirirna Ukraine dan û got, Washington amade ye pitir dorgirtinan deyne ser eger Rûsya dest û darî aloztir bike.
Wekîlê Misto. Serokaê Komara Kurdistana Azada ya Qefqazîya gote Dengê Amerîka, çend Komarên dî yên Yekêtîya Sovyata berê ji nîyaza serokê Rûsî Vladimir Putin jibo vegerandina hêza îmberatorîy a Rûsî ditirsin. Wî got, jiber vêna Amerîka wê piştevanîyê li Ukrayna bike û eger Ukraine bu endama NATO û Yekêtîya Ewropî û bi hêz ket dikare şerî liser Kirim bike.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel birêz Wekîlê Misto failê deng dagire;

Wekîlê Misto: Eger Ukraine Bi Hêz Ket Wê Şerî Ji Kirim Re Bike
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG