Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Bomb li Tikrîtê Teqîn


Karbidestên Îraqî dibêjin ku bi sedema du teqînan, bi kêmî ve heft kes li bajarekî li bakura Bexdayê hatin kuştin.

Teqîna yekem roja Şembî li bazareke Tikrîtê qewimî. Piştî polîs gihiştin cihê teqînê, otomobîlek hate teqandin.

Pênc polîs û du kesên sivîl di wan teqînan de hatin kuştin.

Di wê êrîşê de herwiha 18 kesên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG