Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Endamên Girîng yên el Şebab li Somalê Hatin Girtin


Hikûmeta Somalê dibêje ku wê du komandarên mezin yê grûpa el Şebab ya çekdar girtiye. Yek ji wam bergumanê teqînê ye ku bêtirî 20 kesan tê de hatibûn kuştin.

Karbidestan herdu kes do Duşemê li bajarokê Qoryoley derxistin pêş rojnamevanan, lê navên wan eşkere nekir. Hikûmetê got ku ew hîn li benda dawîhatina vekolînê ye.

Cîgirê Wezîrê Ewlekarîyê Brahîm Îsak Yarow ji Beşê Somalê yê Dengê Amerîka re dibêje ku yek ji herdu kesan di teqîna xwekuj ya Septembera 2009’an de beşdar bû. Ew teqîn li bingeha hêzên aştîparêz yên Yekîtîya Afrîkayê li Mogadishu’ya paytext pêk hatibû.

Di wê êrîşê de 21 kes hatibûn kuştin, 17 ji wan ji hêzên Afrîkay bûn. Cîgirê komandarê hêz Juvenal Niyaguruza ji welatê Burundi jî di nav kuştiyan de bû.

Tê bawerkirin ku kesê din yê hatiye girtin, rahênerekî Emniyat be, ku yekîneyeke girîng ya el Şebab e. ev yekîne karên hestiyar wekî xwekuştin, îstixbarat û terorkirinê dike.
XS
SM
MD
LG