Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Encamên Hilbijartinê re Îtîraz Dike


Nerazîbûnên dijî encamên hilbijartiên herêmî li seranser Tirkîyê zêde dibin, bi sedema ku hîle û sextekarî hatine kirin.

Partîya opozîsyona serekî Partîya Gel ya Komarî (CHP) dibêje, ew dê hember encamên hilbijartina bajarvanîya Enqerê îtîraz bike.

Li gor encamên hatine eşkere kirin, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan 44.8 ji sedê, CHP jî 43.9 % dengan wergirtin.

Girseyeke hêrsbûyî li navenda Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê kom bû û nerazîbpna xwe hember qaşo hîle û sextekarîya hilbijartinan protesto kir.
XS
SM
MD
LG