Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hilbijartina Serokomarîyê Tê Gotûbêj Kirin


Piştî hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê ku partîya deshilatdar AKP bi ser ket, gotûbêjên hilbijartina serokomarîyê jî zêde bûn.

Hilbijartina serokomarîyê li 10’ê meha 8’an ya sala 2014’an pêk tê ku wekî berbijerê sereke navê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan tî bilêv kirin.

Di hilbijartina ku cara ewil serokomar ji alîyê gel ve tê hilbijartin de, serokomarê niha yê Tirkîyê Abdullah Gul li ser namzetbûnê dide xuya kirin, ew ê piştî hevdîtina bi Serokwezîr Erdogan re biryara xwe bidin.

Li gor nîqaşên destpê kirine, rêvebirên AKP’ê jibo Serokomar Abdullah Gul jî li rêyeke ku karibe bibe serokwezîr digerin.

Serokwezîr Erdogan jî di kombûneke rojnamevanî de, bêyî ku behsa namzetbûna xwe bike dîyar dike, ‘Wê serokomarê nû ne serokomarê protokolê be û raye û berpirsîyarîyên wî ji yên niha zêdetir bin.’

Rojnamevanê Kurd Cesîm Îlhan, li ser nîqaşên hilbijartina serokomarîyê ji Dengê Amerîka re dide xuya kirin, “wê sîyaseta Kurd li gor pêşveçûna pêvajoyê helwesta xwe ya di hilbijartina serokomarîyê de dîyar bike.”

Ew dide zanîn, eger Serokwezîr Erdogan di hilbijartina serokomarîyê de jî rêjeya dengê xwe zêdetir bike, dibe ku jiber vê hezdarbûna xwe mafên Kurdan û beşên din yên civakê piştguh bike.

Cesîm Îlhan herwiha bi bîr dixe, dema Abdullah Gul bibe serokwezîr jiber hişmendiya wî ya neteweperwerî dibe ku di dayîna mafê Kurdan de astengî derkevin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG