Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Rojnamevanên Televizyona Hizbollah li Sûrîyê Hatin Kuştin


Televizyona al Manar ya ser bi Hizbollah roja Dûşembî got ku sê rojnamevanên wan hatin kuştin piştî otombîla wan li bajarê Sûrîyê Maaloula teqe li wan hat kirin.

Teqe li wan sê rojnamavanan hat kirin demê wan wêne ji wî bajarê dîrokê yê Krîstiyanê dikişand piştî ku ji aliyê leşkerê Sûrî ve hat kontrol kirin.

Televizyona al Manar ragihand ku sê rojnamvevan Hamza al Haj Hassan, teknîsiyen Halîm Allaw, û kameravan Mohammed Mantash di wê êrîşê de hatin kuştin. Belavok herwiha dibêje ku du hevkarên wan rojnamevanan jî birîndar bûne.
XS
SM
MD
LG