Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqê Jiber Ewlekarîyê Girtîgehek Daxist


Wezîrê Dad yê Îraqê dibêje ku jiber egerên ewlekariyê karbidestan zindanek li rojava Bexda daxist.

Hesen al Şimmarî roja Sêşembî got ku 2,400 girtîyên zindana Abu Xirêb bo zindanên din li deverên bi silametir hatin veguhastin. Wî got ew biryar hat dan ji ber ku zinadana Abu Xirêb li devereke netena ye.

Ew girtîgeh li ser tixûbê parêzgeha Anbar e ku akincîyên wê piranî Sunne ne û ji mêj ve ye ku buye meydana lêkdanan navbera hêzên hikûmetê û komela ku ji al Qaîda cuda buye.

Meha heft ya par, milîtanan êrîş kire ser zindana Abu Xirêb û zindanek din, û bi sedan girtî berdan, ku gelek li wan militant bûn. Di wê êrîşê de çend girtî bi destê hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Li bin kontrola hêzên Amerîkî, ji ber eşkencdana girtîyan, girtîgeha Abu Xirêb bibû navenda şermezareykê li sala 2004ê.
XS
SM
MD
LG