Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê PDK-S Siûd Mele: Mafê Herêma Kurdistanê Heye ku Sînorên Xwe Biparêze


Çend partîyên Kurdên Sûrîyê hefteya borî li Hewklêrê kongreya xwe pêk anî û biryara avakirina Partîya Demokrata Kurdistanê-Sûrîye (PDK-S) da.

Di wê kongreyê de Siûd Mele wek sekreterê wê partîyê hat hilbijartin.

Birêz Mele di hevpeyvîna Dengê Amerîka de behsa vê partîya nû dike û dibêje li ser daxwaza gel wan ew partîya nû ava kiriye.

"Em bi hevî ne ku armanca gelê xwe bikin. Daxwaza me ev e ku partîyên din jî, ku nêzîkî hev in, yekîtîyên vî rengî ava bikin."

Mele dîyar dike ku ewê karê xwe yê nav Encumena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) jî bidomînin.

Siûd Mele li ser pirsa xendekan jî dibêje, mafê Herêma Kurdistanê ye sînorên xwe biparêze.

"Li her derê dinê tiştên wiha têne kirin ku xirabî neqimin û terorîst derbaz nebin. Loma jî biryara Hikûmeta Herêmê di cîh de ye û ne hewce ye ku PYD ewqas nerazîbûn nîşan bide.
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00
Direct link

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG