Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çûna Îsmaîl Beşîkçî ya Amerîkayê li Firokxana Stenbolê Hate Astengkirin


Îsmaîl Beşîkcî
Îsmaîl Beşîkcî
Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkçî ku roja Yekşemê jibo li Amerîka beşdarî hin bernameyan diçû NewYork’ê ji firgeha Stenbolê hate vegerandin.

Dr. Beşîkçî û Serokê Weqfa Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz, roja Yekşemê sibehê ji ser firokxaneya Ataturk ya Stenbolê ber bi Amerîka bi rê ketin.

Beşîkçî di vê serdanê de, 23’ê meha 4 li Newyork beşdarî konferanseke Zankoya Newyork û li Washington jî beşdarî bernameyeke li Barzanî Center dibû.

Lê ew bi sedema hatina maîlekê ji karmendên Amerîkî ku sedem nehatiye dîyar kirin, ji firgehê hatin vegerandin.

Serokê Weqfê Gurbuz, li ser vê astengkirinê ji Dengê Amerîka re got, “ti pirsgirêkên me yên vîzeyê tune bûn, lê karmendên ewlekarîya firokxanê maîlek nîşanî me dan ku tê de tê xwestin nehêlin em têkvin firokê.”

Wî da zanîn, heta niha ji alîyê konsulxaneya Amerîkî ve ti astengî jibo wan çênebûne, lê ew ê vê pirsê ji konsulxanê bikin bê çima ev astengî ji wan re derxistine.

Gurbuz da xuya kirin, "Ez bawer nakin sedema astengkirinê tenê maîla hatiye şandin e. Li ser navê Dr. Beşîkçî û Weqfê dorpêçek heye ku guman heye ev ji hûndirê Tirkîyê tê kirin."

Gurbuz diyar kir, “Dr. Beşîkçî ne kesekî ji rêzê ye, ew zanyarekî navnetewî yê zanista civaknasî ye. Em ê piştî hînbûna hincet û sedemên vê astengkirinê roja Duşemê li ber konsulxana Amerîkî ya Stenbolê daxuyanîyekê bidin.”
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG