Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê TEVDEM li Kantona Cezîrê Osman: Armanckirina Serêkanîyê Bi Mebest e


Di vê fotoyê de Xelîl Osman bersîva pirsên me dide
Di encama du peqînan de li bajarê Serêkanîyê 11 kes hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Înê ragihand ku Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) berpirsîya wan êrîşan bi ser xwe ve girtiye.

Hevserokê Rêvebirîya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) li Kantona Cezîrê Xelîl Osman di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de wan êrîşana dinirxîne û agahîyên nû li ser rewşa bajêr dide.

Birêz Osman dibêje, armanckirina bajarê Serêkanîyê biryareke bi mebest e. “DAÎŞ ji pirçandîya Serêkanîyê û sîstema me ya hevrejîyanê eciz e û ew wek gefek li ser xwe dibîne. Loma jî êrîşên ser Serêkanîyê pêk anîn.”

Osman dîyar dike ku gîş pêkhatîyên Serêkanîyê îro di merasîma binaxkirinê de nîşan da ku ew dest ji biratîyê bernadin.

“Îro careke din xuya bû ku Kurd, Ereb, Suryan Ermen û Çerkez dixwazin bui hevre wek bira bijîn û nema dest jî sîstema ku me ava kirî berdidin. Divê komên çete baz bizanin ku ew ticar nikarin bigehijin armanca xwe.”
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:20 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG