Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Êrîşên Asmanî li Ser Helebê Berdewam Dikin


Hevwelatîyên Helebê temaşeyî firokên şer dikin.
Hevwelatîyên Helebê temaşeyî firokên şer dikin.
Di encama bombebarankirina asmanî de li ser bazarekê nêzîkî bajarê Helebê yê bakurê Sûrîyê, bi kêmî 27 kesan hatin kuştin û jimareke din birîndar ketin. Hikûmeta Sûrî bi van êrîşên asmanî tê tawanbarkirin.

Komên çalakvanan, di nav de jî rêxisitna Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku firokên şer yên hikûmetê êrîş birin ser bazareke qerbalex li bajarokê Etareb ku li parêzgeha Helebê dikeve. Êrîş li roja Pêncşemê pêk hat.

Ji Dîsembera sala bûrî de hêzên hikûmetê kempeyneke berdewam li hember deverên jêr destên serhildayan li Helebê destpê kiriye. Êrîşa roja Pêncşemê ya herî dawî bû.
XS
SM
MD
LG