Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Yekê ya Vekêşana Şervanên PKKê ji Tirkîyê Derbas Dibe


Şervanên PKKê (arşîv).
Şervanên PKKê (arşîv).
Li ser vekişîna hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Tirkiyê salek derbas bû. Vekişîna ku di 8ê Gulanê de destpêkir, ji meha îlonê vir ve hat rawestandin.

Komelya Mafê Mirovan, jibo çavderiya pêvajoyê û vekişînê komisyonek ava kir. Komisyona Çavdêr rapora xwe ya salane li Licê eşekere kir.

Li gorî raporê heta neha hikumetê gavên ku jib pêvajoyê girîng in, neavêtiye. Herwiha li Kurdistanê di salekî de 102 qereqol hatin avakirin, lêkirina 143 qereqolan jî dewam dike.
Li ser sînoran 11 bendav tên lêkirin, dîsa li ser sînor jibo ewlehiyê 820 km rê hat çêkirin. Di nav salekî de 2 hezar qorîcîyên nû jî dest bikar kirine.

Serokê Komela Mafê Mirovan yê Şaxa Diyarbekirê Racî Bilici bang li PKKê kir da ku sivilên desteser kirine, serbest berdin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:03 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG