Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya Îslama Demokratîk li Diyarbekirê Destpê Dike


Dîmenek ji kongreyê.
Dîmenek ji kongreyê.
Kongreya Îslama Demokratîk li Diyarbekirê destpê kir. Kongerya ku du roj dewam dike, bi rêvebirîya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi beşdarîya 300 alim û mêvanan pêk tê.

Prof. Kadrî Yildirim li ser navê kongreyê axivî û got aştî xêr e û di Îslama rastî de aştî heye. Lê di Îslama çêkirî de xwîn û şer heye. Wî got, Îslama rastî bingeha xwe ji belgeya Medîneyê digre.

Kongre bi pêşnîyara rêberê PKKê Abdullah Ocalanî tê lidarxistin. Parlamenterê HDPê îdrîs Baluken peyama Ocalan xwend û diyar kir wî kongrê bexşê Mele Evdilayê Timoqî kirîye. Ocalan di peyama xwe de rêxistinên El Kaide û û Hizbullahê weke rêxistinên faşîst yên oldarîya radîkal binav dike. Wî jibo pêkvejiyana adil û wekhev û demokratîk balê kişandiye ser girîngîya peymana Medînêyê ya ku dema Hz. Mihemed de hatiye çêkirin.

Ji Kantona Kobanê Nureddîn Şakirî jî axivî û got "Rojava birayê biçûk e û rahiştiye barekî mezin, çavê wî li hemî gelê Kurdistanê ye."

Kongreya ku ji pênc rûniştinan pêk tê roja Yekşemê bi encamnameyek bidawî dibe.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:35 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG