Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afxanistanê, Talîban Dest Bi Hêrîşan Dike


Talîban jimareka hêrîşan li seranserî Afghanistanê encam dide.

Talîban dest bi kiryarên xwe yên salane yên buharan kirîye bi jimareka hêrîşan li seranserî Afxanistanê.

Li bajarê Jelalabadê rojhilat, milîtan ketin avahîya Wezareta Dad ya herêmê, û şere teqe digel polîsan kir. Wan 2 polîs û 4 sivîl kuştin, berî 3 hêrîşvan, yek ji wan xwekuj bû, bên kuştin.

Li Xeznî, karbidestan got, milîtana hêrîş kire ser xalên pişkinînan yên Polîsan, û bi kêmî 3 kes kuştin, 1 ji wan polîs bu.

Li heman dem, firokxana nêvneteweyî ya Kabula paytext û bingehê hewayî yê Bagram ketin ber hêrîşên muşekan, lê bê zîyanên mirovanî bun.

Talîban berbirsyarîya xwe ji van hêrîşan ragihandîye kû li heftîya borî soza dest pêkirina kiryarên xwe yên leşkerî da bun.
XS
SM
MD
LG