Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Enbar Zîyana Aborî ye Ji Îraqê re


Şerê li Enbar aloz dibe li demê ku hêzên hikumetê hêşta ne şîyane milîtanên Îslamî ji bajarên sereke derxin.

Şerê 5 mehan li herêma Enbar a rojava Îraqê aloz dibe li demê ku hêzên hikumetê hêşta ne şîyane milîtanên Îslamî ji bajarên sereke yên wê herêmê derxin.

Şerê li wê herêmê ne bes buye egera der bi derbuna hezaran xelkê wê herêmê, lê zîyana aborîy a mezin gehandîye welatî.

Ew devera bîyabanên berfireh, Serê-rêka û girêdana Bexdayê ye bi çend parçên dî yê Îraqê ve û digel Sûrîya û Urdinê jî. Lewan şer bune egera aloz buna bazirganîyê di wan rêkan re û ji encam bihayên kel û pela li Bexdayê û deverên dî yên îraqê bilind bune.
Zêdebarî ku tirs heye ji rawestandina hinartina Nefta Îraqê ji Urdinê re.

Li gora hejmarên N.Y, tund û tîjîyên herêma Enbar bune egera derketina 75,000 malbatan ji warên xwe.
XS
SM
MD
LG