Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên 11 Dewletan li Londonê Dicivin


Wezêrên derve yên 11 dewletan , ku alîkarê opozîsyona Sûrî ne, roja Pêncşemê li Londonê kom dibin ku çareserîyeke sîyasî ji krîza Sûrî re bibînin û alîkarîya mirovahî bigehênin kesên hewcedar.

Civîn di bin sîya Wezîrê Derve yê Brîtanî William Hague çêdibe, ku armanca wî jî komkina gruba Hevalên Sûrîyê ye.

Ofîsa Hague dibêje ku ewe bi awayek berbiçav giftûgoyan bikin, ku piştgirîyê zêdetir bikin, jibo wan kesên ku dixwazin ye hikûmeta serokê Sûrî Beşar El-Esed bê rûxandin .
Hewildanên Navnetewî ya jibo rawestina şerê navxweyî rawestîye. Di hewla her girîng de danûstandinên navbera her du aliyên şer ve têk çûbûn.

Stephane Dujarric, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewetên Yekbûyî, Ban Ki- Moon, roja Çarşemê got ew bi tekçûna Cenev rexemgîn bûye.
XS
SM
MD
LG