Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîqaşên li ser Avakirina Hikûmeta Îraqê Berdewam in


Medya Îraqî radigihîne ku Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malîkî jibo avakirina hikûmetê bi grubên din re danûstandinên nepenî pêk tîne.

Hevpeymanîya Dewleta Qanûnê di daxuyanîyeke taybet bo Rojnameya El-Masdar de, pêşbînî dike bi hevpeymanîya nû re ew li parlamena Îraqê 180 kursîyan misoger bikin.

Heman dezgehên medyayî radigihînin, tê çaverêkirin piştî ragihandina fermî ya encamên hilbijartinan hevpeymanîya nû were eşkere kirin.

Li gor encamên nefermî tê îdia kirin ku di hilbijartinan de Hevpeymanîya Dewleta Qanûnê dengê herî zêde standine ku kandîdê wan yê posta serokwezîrtîyê jî Nûrî El Malîkî ye.

Herwiha di hevdîtina îro Înîyê ya Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û Serokê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa de, li ser nexşerêya beşdarbûna nav hikûmeta Bexdayê gotûbêj hatin kirin.

Di encama vê civînê de hate ragihandin, biryare Kurd jibo mafên xwe bi yekrêzî tevbigerin û posta serokomarîya Îraqê jî mafê Kurdan e.
XS
SM
MD
LG