Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Diyarbekirê Jin Otobusan Dajon


Diyarbakir (Amed).
Diyarbakir (Amed).
Li Diyarbekirê, şaredariya Baglera jinan weke şofêr datîne û nuha sê jin li şaredariyê karê şofêrtiyê dikin. Hatice, Çigdem û Refika nuha li şofêrên otobêsan in.

Jinên ciwan destnîşan kirin di trafîka Diyarbekirê de ajotina wesayitan pir zehmet e û di destpêkê de şofêrên mêr gelek astengî derdixistin pêşiya wan.

Hatice got, di destpêkê de hevjînê wê jî jê bawer nekiriye û gotiye ev karê mêran e.

Refika jî got, ji wan re digotin ev ne karê jinan e û şofêrên mêr di trafikê de pir zehmetî derdixistin.

Çigdemê destnîşan kir, şofêrên dolmîşan rê nedidan wan û roja pêşî ku ew derkete trafîkê pir zêde tirsiya bû. Lê nuha dikare kamyonê jî bajo.

Hevşaredarê Baglera Eşref Guler jî daxuyakirin ku jibo nêrîna mêr ya di nav civakê de bê şikandin, projeya jinên şofêr gavek gelek girîng e.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:23 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG