Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Mûsa Behsa Kuştina Xortekî Kurd li Ser Destê DAÎŞ Dike


Azad Mûsa li wîlayeta Indiana ya Amerîkayê dimîne.
Azad Mûsa li wîlayeta Indiana ya Amerîkayê dimîne.
Xortekî Kurd ji bajarê Kobanê li ser destên çekdarên Dewleta Îslamî li Îraqê û Şam (DAÎŞ) hate serjêkirin.

Xortê bi navê Mihemed Mihemed bo otubusê vedigerîya Kobanê dema ku ji alîyê çekdarên DAÎŞ ve ligel siwarên din hate rawestandin. Dema ku çekdaran îhaneta jineke Kurd kirin, Mihemed qebûl nekir û bersiva wan da. Hingê çekdarên Îslamî ew peyakirin û paşê ew serjêkirin.

Derbarê vê bûyerê, çalakvanê siyasî Azad Mûsa ji Dengê Amerîka re dibêje, ev bûyer her li Kurdistana Rojava ji alîyê DAÎŞ ve çê bûne.

Birêz Mûsa herwiha dide zanîn ku DAÎŞ hêza xwe ji alî û welatên herêmî distîne, lewra ew van kiryaran dikin bêy ku kes karibe wan rawestîne.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:24 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG