Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê Serokatiya Sûrîyê Pesnê Esed Dide


Her sê berbijarên hilbijartinên serokatiya Sûrî.
Her sê berbijarên hilbijartinên serokatiya Sûrî.
Yek ji du berbijarên ku ligel Beşar Esed beşdarî hilbijartinên serokatiya Sûrîyê dibin, dibêje ku serokê Sûrî diyar kiriye ku ew rêberekî mezin e. Rexneya wî ya bitenê li karbidestên hikûmeta Esed ew e ku wan nizanîbû çawa abûrîyê birêve bibin.

Hesen el Nûrî rijdiyê dike ku ew cidî ye derbarê berbijartina xwe di hilbijartinên 3ê Hezîranê, ku tê de hema piştrast e Beşar Esed biser dikeve. Di hevpeyvîneke 30 deqe de ligel ajansa Associated Press ya nûçeyan, Nûrî got ew beşdarî hilbijartinan dibe jibo nûnertiya piraniya bêdeng bike. Wî herwiha got ku ew berbijarekî bihêz e.

Hilbijartinên serokatiyê tên li demekê ku serhildana dijî desthilata Esed ketiye sala xwe ya çaremîn. Di encama vê serhildanê de bêtirî 160 hezar kes hatine kuştin û nêzîka 2.7 milyon kesên din li derveyî Sûrîyê bûne penaber. Serhildana ku bûye şerekî navxweyî piraniya welêt wêran kiriye, krîzeke mirovahî ya herêmî peyda kiriye û fabrîkeya civakî û abûrîya welêt têk biriye.

Opozisyona Sûrî û hevalbendên wê yên Rojavayî ev dengdan wekî sextet binav kirin. Li alîyê din jî, hikûmet dibêje ev hilbijartin çareseriya siyasî ye jibo nakokiyê.
XS
SM
MD
LG