Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Standa Îmzeyan ya BDPê Rastî Êrîşê Hat


Li Stenbolê qasî 25 kesan roja Yekşemê bi çek û kêran êrîş bir ser standa îmzeyan ya ku jibo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû vekirin.

Di çarçoveya kampeyna îmzeyan de, roja yekşemê li meydana navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve standek hatibû vekirin ku nava rojê rastî êrîşa grubeke nijadperest hat.

Di encama vê êrîşa ku kêr, çek û dar hatine bikaranîn de, 4 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan ku yek ji wan bi navê Omer Delîbaş bi guleyê ji serê xwe birîndar bûye û rewşa wî giran e.

Hevserokê BDP’ê yê Stenbolê Emrûllah Bîngul, ev êrîş ji Dengê Amerîka re nirxand ku wî bang li walî û karbidestên dewletê kir, rê li ber van êrîşan bigirin.

Bîngul got, “Ger pêşiya van êrîşan neyê girtin, wê gelê me yê Stenbolê jî parastina xwe bike.’
Hevserokê BDP’ê bi bîr xist, “Ev êrîşa han nimûneyeke ji wan êrîşên ku bi salan e li ser gelê me têne kirin e.”

Wî bal kişand ser domandina kampeyna îmzeyan ya jibo Ocalan û da xuya kirin, “Em paşve gav navêjin û jibo azadiya Ocalan çi pêwîst be em ê bikin.”
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG