Mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) ku do Sêşemê bajarê Musilê kontrol kiribû, îro jî ber bi başûr ve diherin ku mezintirîn rafînerîya neftê ya Îraqê jî li heman herêmê ye.
Karbidestên Îraqî dibêjin, xirabkaran derengîya Sêşemê ketin nav bajarokê Beiji û polîsxaneyek û avahîya dadgehê şewitandin û 250 zerevanên ku rafînerî diparastin ji deverê derxistin.
Televîzyona dewleta Îraqê îro Çarşemê got, lîwaya 4’an ya artêşa Îraqê piştî çend seetan mîlîtanên DAIŞ ji Beiji derxistin.
Wezîrê Derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî jî îro Çarşemê got, hikûmeta Bexda wê ligel karbidestên Hikûmeta Herêmê bixebite ku DAÎŞ ji Musilê derxîne