Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Êrîşên Asmanî li Dijî Mîlîtanan Pêk Tîne


Firokeyeke Pakistanî ya F-16.
Firokeyeke Pakistanî ya F-16.
Artêşa Pakistanê dibêje, firokên şer êrîşên asmanî li dijî bingehên mîlîtanan li herêma bakur rojavaya welêt ya êlî destpê kirine û di encama wan de bi dehan xirabkar hatine kuştin.

Artêşê di daxuyaniyekê de got ku wê zincîreke êrîş berî şeveqê li herêma Bakurê Wezîristan pêk aniye. Di wan êrîşan de bêtirî 50 “terorîst hatin kuştin ku piraniya wan ji Uzbekistanê bûn.”

Karbidestên ewlekariyê gotin ku heşt veşartgeh û navendeke çek û rextan di wan êrîşan de hatibûn wêrankirin.

Daxuyaniya fermî got ku raportên piştrastkirî hebûn derbarê hebûna terorîstên biyan û xwecihî yên ku peywendiya wan bi êrîşa Yekşema bûrî li ser firokxaneya bajarê Karachi.
XS
SM
MD
LG