Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hoşyar Zêbarî: Buyerên li Îraqê Qewmîn Wergiranek Sîyasî ye û Mezintrîn Gefe ye li ser Hikûmeta wî Welatî


Wezîrê Derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka got, ew tiştê li rojên derbazbûyî li Mûsil û Tikrît û deverên din qewmî, wergiranek sîyasî ye li Îraqê û mezintrîn gefe ye li ser hikûmeta Îraqê, û got hikûmetê bi fermî ji Amerîka daxwaza alîkaryê kirye li gor rêkeftina stratejî ya navbera herdû welatan.

Rêzdar Zêbarî di wê bawerê de ye ku hebûn û damezrandina terorîsmê li Îraqê ne tenê gefe ye li ser berjewendîyên Îraqê û herêmê, belkû dê gefe be li ser berjewendîyên Amerîka jî.

Wezîrê Derve yê Îraqê Zêbarî dibêje, piranya rêberên sîyasî yên Îraqê hevbîrin ku alîkariya Amerîka bo şerê li dijî terorîsmê li wî welatî dê kêm serêştir be ji ya Îranê, û got dê baştrîn bijar be bo Amerîka û dê rêyeke serkeftî be û dê nirx û bihayê Amerîka li cîhanê zêde bike.
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG