Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cezayê Bidarvekirinê jibo 183 Îslamiyan li Misirê


Hinek piştgirên Îxwan el Muslim di zindanê de.
Hinek piştgirên Îxwan el Muslim di zindanê de.
Dadgeheke Misirî biryara bidarvekirina 183 Îslamiyan piştrast kir, di nav wan de jî Mihemed Bedîh, rêberê Îxwan el Muslimîn.

Dadgehê di destpêkê de 683 kes bi cezayên kuştin û hewildana kuştinan polîsan sala bûrî li parêzgeha Minya dabû, heman roja ku polîs bi sedan piştgirên Mursî li dema pevçûnan li Qahîre kuştin. Ew biryarên bidarvekirinê ji darizandineke bilez li meha Adarê bûn sedema tûrebûneke navneteweyî.

Biryara roja Şemiyê jî hat, piştî ku biryara destpêkî ya dadgehê hatibû şandin bo bilindtirîn desthilata olî li Misirê, miftî.. Ew jî gava yekem e ber bi danîna cezayê mirinê.

Parêzeran îro Şemiyê gotin ku ji bilî 183 cezayên mirinê, çar kesan cezayê zindankirina heta hetayî wergirt û 494 kes hatin azadkirin.

Mihemed Bedîh rastî cezayekî din yê bidarvekirinê tê ku ew jî di dozeke cuda de ye. Hêjayî gotinê ye ku Îxwan el Muslimîn partiya serokê derkirî Mihemed Mursî ye.
XS
SM
MD
LG