Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kupaya Cîhanî ya Futbolê Berdewam Dike


Di Kupaya Cîhanî ya Futbolê de îro Pêncşemê di 4 lîstinan de 8 tîm wê hewil bidin ku derbazî qonaxa duyê bin.

Di Gruba G de Almanya û Amerîka derdikevin hember hevdu ku grubê di rêza yekê de biqedînin. Her du tîm jî derbazî qonaza didoyan dibin, eger lîstin wekhev bi dawî be û her tîm 1 puan qezenc bike.

Hêjayî gotinê ye, jibo vê lîstinê li Amerîka heyecaneke mezin heye û li gelek qadên navendî yên bajarên serekî televîzyonên mezin têne cîh kirin.

Di Gruba H de jî, Belçîka bi Koreya Başûr re û Cezayîr jî ligel Rûsya dilîzin. Di vê grubê de Belçîlka derketina qonaxa duyê misoger kir, lê Cezayîr û Rûsya hewil didin ku maçên xwe dawî bibin û bibin yek jî 16 tîmên dawî.

Qonaxa duyê ya Kupaya Cîhanî ya Futbolê roja Şemîyê destpê dike û di lîstinên dohî de Fransa, Swîsre û Nîjerya cîhên xwe misoger kiribûn.

XS
SM
MD
LG