Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşên Asmanî li Xezayê Pêk Tîne


Îro Yekşemê Îsraîl jimareke êrîşên asmanî bir ser armancên mîlîtanan li Kerta Xeza piştî êrîşa roketekê. Artêşa Îsraîlî ev yek ragihand li demekê ku wezîrê derve pêşniyar kir Îsraîl devera li jêr kontrola Hemas jinûve dager bike da ku êrîşên zêdebûyî yên roketan rawestînin.

Vê mehê êrîşên roketan ji herêma Xeza ya li jêr desthilatdariya Hemasê bo Îsraîl zêde bûne, li dema ku artêşa Îsraîlî operasyoneke berfireh li hember Hemas li Kenara Rojava destpê kiriye jibo lêgerîna li sê gencên Îsraîlî ku ji aliyê koma mîlîtan ya Filestînî ve hatine revandin, li gorî ku hikûmeta Îsraîlî dibêje.

Artêşê got, wê 12 cih Yekşemê li Xezayê kire armanc, di nav de jî cihên amadekirina roketan û çêkirina çekan. Êrîşên asmanî wekî tolhildan hatin li hember şeş roketên ku ji Xeza ber bi Îsraîlê ve şeva berê hatibûn. Du ji wan roketan bi ser kargehekê de li bajarokê Sderot ketin û bûn sedema agirekî.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman got ku operasyonên sînorkirî li Xeza Hemas bihêztir dikin. Lewra alternatîf divê dagerkirineke giştî be, li gorî ku Lieberman diyar kir.

Hêjayî gotinê ye, Îsraîl sala 2005ê ji Kerta Xeza vekişiya, lê wê hîn çûnûhatin bi riya erd û asman û deryayê bo wê herêmê heye.

XS
SM
MD
LG