Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Namzedê Serokomarîya Tirkîyê ye


Namzedîya hilbijartinên Serokomarîya Tirkîyê ya Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, roja Duşemê bi civîneke rojnamevanî hate ragihandin.

Di demeke de ku amadekarîyên partîya deshilatdar AKP û partîyên opozîsyonê yên jibo hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê xûrt bûne de, namzedîya Selahattîn Demîrtaş jî hate eşkere kirin.

Li Enqerê, berîya daxuyanîya ku ji alîyê Gençay Gursoy ve hate dayîn, nivîsa ‘Namzedê Guherînê û Gelan Selahattîn Demîrtaş’ li salonê hate nîşandan.

Gençay Gursoy dîyar kir, namzedîya Demîrtaş bi piştevanîya tevahîya pêkhatên civakê ku di nav HDP’ê de cî digirin hatîye standin.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, piştî ragihandina namzedîyê axaftinek kir.

“Li Tirkîyê cara pêşî ye hilbijartinên serokomarîyê têne kirin ku tevgera me ya sîyasî jî cara pêşî ye namzedê serokomarîyê derdixe.”

Demîrtaş got, “Emê bi kampeyneke demokratîk jibo vê hilbijartinê têbikoşin. Êdî wê bi nêrîna me, ew rûyê tirsnak û hişk yê dewletê bi rûkenîya me ya di pêvajoya vê kampeynê de ji holê rabe.”

Birêz Demîrtaş spasî li pêkhatên nav HDP’ê kir ku da zanîn ku ew xeteke cuda ne û bi piştevanîya gelan ji niha ve xwe serketî dihesibînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG