Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Valerie Amos: Ez bi Rewşa Mirovahîyê li Îraqê Pir Xemdar im


Alîkara Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Valerie Amos ku ji Karên Miravahî berpirs e, daxuyanîyek li ser rewşa mirovahî ya li Îraqê belav kir.

Xanim Amos got, ew bi rewşa mirovahîyê li Îraqê pir xemdar e jiber ku pirtir jî 1.2 mîlyon kes jibo tirsa canê ji neçar mane ku ji malên xwe birevin.

“Bi xirabtirbûna rewşa ewlehîyê, ez gelek di xemê de me ku pêdivîya av, xwarin, pêdivîyên saxlemî, alavên paqijîyê û parastina ji tundîyê jî zêde dibin. Zarok jî herwiha tuşî nexweşîyên giran dibin, jiber kêmbûna xwarinê, nebûna rewşa paqij û seqaya pir germ ya vê demê.”

Amos dîyar kir ku NY û hevkarên wê çi ji destên wan tê dikin ku alîkarîya penaberan bikin, tevî dewamkirina şer li gelek deveran û rewşa xirab ya ewlekarîyê.

“Ji meha yekê vir ve em alîkarîya pirtir ji 560.000 kesên ji Parêzgeha Anbar dikin ku bpne mexdurên şerê li wê derê. Lê, di komkirina diravên pêdivî de em zêde serketî nebûne. Loma jî em daxuyanîya Erebîstana Saudî ku soza 500 mîlyon dolaran dide, pir girîng dibînin.”

XS
SM
MD
LG