Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûyerên Sêwasê di 21 Salîya Xwe de Hatin Bîranîn


Bûyerên Sêwasê ku li 2’yê Tîrmeha 1993’yan bi şewitandina Otela Madimak 33 rewşenbîr hatibûn kuştin, di salvegera 21’ê de hatin bîranîn.

Bi mebesta bîranîna kesên li Otela Madimakê hatibûn şewitandin û doza dadmendîyê, do Çarşemê li bajarê Sêwasê û gelek deverên din yên Tirkîyê çalakî hatin lidar xistin.

Li Stenbolê jî bi pêşengîya HDP’ê bi şev li meydanên mîna Kadikoy û Şîrînevler bi daxuyanî, dirûşm û vêxistina mûman bernameyên bîranînê birêve çûn.

Rêvebirê HDP’ê yê bajarê Stenbolê Maruf Arslan, li dema bernameya bîranînê ji Dengê Amerîka re dîyar kir, partîya wan li seranserê Tirkîyê çalakîyên şermezarkirina komkujîya Sêwasê li dar dixe.

“21 sal berê ev komkujî li dijî hemwelatîyên elewî pêk hatîye, lê niha jî heman derdorên tundrê li Rojava mirovan serjê dikin.”

Hêjayî gotinê ye di bûyerên li Sêwasê rû dabûn de, bi agirvedana Otela Madimakê re 33 rewşenbîr, 2 karmendên otelê û 2 bizavkar can dabûn ku bi destê Îslamîyên tundrê pêk hatibû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG