Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim: Ku Kobanê Bişkê Îrada Gelê Kurd jî Bişkê


Salih Mislim
Salih Mislim

Li Dîyarbekirê konferansa "Di Rojhilata Navîn de Sînor, Rejîm, Kurdistan û Tehayulên Siberojê" destpêkir.

Konferansa ku dur roj dewam bike ji alîyê Weqfa Mezopotamyayê û Navenda Lêkolînên Sîyasî (SAMER) ve tê rêvebirin.

Hevserokê PYD’ê Salih Mislim bi rêya Skype, Hatîp Dîcle jî wek mêvanê rûmetê beşdarê konferasê bûn.

Hevserokê PYD’ê Mislim di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên DAÎŞ yên ser Kobanê.

"Gelê me heta dawîyê bi dilê xwe, bi çavê xwe li Kobanê be. Ku Kobanê bişkê, wê îrada gelê Kurd jî bişkê."

Birêz Mislim dîyar kir ku heta êvarê agahîyên gelek xweş li ser Kobanê dê were bihîstin.

Mislim jibo refernadûma li Başûrê Kurdistanê jî nirxandinek kir.

"Referandumeke adîl be, emê hurmetê bidin îrada gel, lê hîn dema îlankirina dewleteke netewî, dewleteke serbixwe nehatiye."

Sîyasetvanê Kurd Hatîp Dîcle, ku du hefteya borî ji Doza KCK’ê ji girtigehê derket, behsa dîroka Kurdan û berxwedana wan kir.

“Dewletên rojavayî wek ewladê bêxêr bêbextîya li Kurdan kirin, lê di vê merhelê de Kurd, ev kefenê ku li wan hatiye dirûtin, çirandine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG