Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Misirî Cezayê Zindana Heta Hetayî Dide Rêberê Îxwan el Muslimîn


Mihemed Bedîh li dema dadgehkirinê.
Mihemed Bedîh li dema dadgehkirinê.

Dadgeheke Misirî îro Şemiyê cezayê zindankirina heta hetayî da rêberê Îxwan el Muslimîn Mihemed Bedîh û 36 Îslamîyên din.

Mihemed Bedîh yê ku bi beşdariya li xwepêşandinên kujer hatiye gunehbarkirin, berî jî bi cezayê darvekirinê di du dozên din de hatiye gunehbarkirin. Ev jî beşek e ji tepeserkirina Îslamiyan ji dema derkirina serokê Îslamî Mihemed Mursî berî salekê.

Dadgehê herwiha piştgirîya cezayê bidarvekirinê jibo 10 piştgirên din yên Îxwan el Muslimîn da.

Dadwer Hesen Ferîd îro Şemiyê got ku tawanbar beşdarî bûyerên kuştin û tundûtûjiyê yên Tîrmeha bûrî bûne piştî ku artêşê Mihemed Mursî ji desthilatê avêt. Mursî jî endam bû di rêxistina Îxwan el Muslimîn de.

XS
SM
MD
LG