Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî jibo Hilbijartina Serokekî Nû Kom Dibe


Serokê heyî yê Hevpeymaniya Sûrî Ehmed el Cerba.
Serokê heyî yê Hevpeymaniya Sûrî Ehmed el Cerba.

Endamekî grûpa sereke ya opozisyona Sûrî dibêje ewê civîneke sê roj îro li Stenbolê destpê bikin jibo hilbijartina serokekî nû û gotûbêjkirina êrîşên mîlîtanên Îslamî li Îraq û Sûriyê.

Mistefa Oso ku bixwe Kurd e, dibêje, Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî dê kesekî din hilbijêre da ku cihê serokê nuha Ehmed el Cerba bigire. Tê çaverêkirin ku dengdan Sêşemê pêk were. Birêz Oso dibêje, herdu berbijarên sereke jibo vê postê, Hadî Behra û Muwafeq Neyrebiyê ne.

Birêz Oso herwiha dibêje ku herdu berbijar endam in li grûpa serokê nuha Cerba.

Cerba yê ku li Tîrmeha bûrî hatibû hilbijartin, du gerên şeş meh kar kiriye. Li gorî qanûnên Hevpeymaniyê, serok nikare bêtir du geran di posta xwe de bimîne.

XS
SM
MD
LG