Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Elîko: Eger Kurdistana Îraqê Serbixwe Bûya, Wê Pêşmerge Bişanda Rojava


Fuad Elîko
Fuad Elîko

Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê (Yekîtî) û nûnerê ENKS’ê Fuad Elîko, êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê, rewşa dawî li Kurdistana Sûrîyê û nîqaşên li ser ragihandina Serxwebûna Kurdistana Îraqê nirxand.

Birêz Elîko, li ser êrîşên dijwar yên DAIŞ’ê û berxwedana gelê Kobanê wiha dibêje:

“Malikî, Esed û Îranê çavê xwe ji pêşveçûna DAIŞ’ê re girtin ku niha ev projeya gemar bi ser ket. Piştî ku leşkerên Îraqê ji Mûsilê vekişîyan, gelek çekên giran ketin destê DAIŞ’ê. Niha her çiqas xelkê Kobanê bi tevahî berxwe dide jî zehmet e li hember wê hêzê rabin.”

Sîyasetvanê Kurd dide zanîn ku DAIŞ dixwaze herêma xwe li Sûrîyê fireh bike, loma jî van êrîşan tîne ser Kobanê.

“Em jî dixwazin di vê berxwedanê de bibin şirîk. Lê, divê pêşî YPG sîyaseta xwe biguherîne û artêşeke hevbeş bê ava kirin. Biryarên aştîyê û şer jî bi destê wê artêşê, Desteya Bilind a Kurd (DBK) û her du encûmenan werin dayîn.”

Elîko bangên piştgirîya Kobanê bibîr dixe û wan erênî nav dike:

“Bangewazîya Endamê Desteya Rêvebirîya KCK’ê Mûrad Karayilan û bersiva Serokatîya Herêma Kurdistanê gavên erênî ne. Em dixwazin li ser bingeha Peymana Hewlêrê jinûve werin ba hev.”

Elîko, hêvî dike PKK, KCK, PYD û BDP piştgirîya dewleta Kurdan bikin da ku dewletên cîhanê jî bizanibin, dema dijminatîya gelê Kurd bikin, wê 50 mîlyon însan xwe li hember wan diparêzin.

Elîko herwiha behsa xeterîyên li ser Rojavayê Kurdistanê dike û wiha dibêje:

"Ger Kurdistaneke serbixwe hebûya, wê kariba wek dewletekê jibo parastinê, pêşmerge jî daxista ser Rojavayê Kurdistanê û rewş wiha nedibû.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:38 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG