Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAÎŞ Êrîşên Ser Herêmên Kurdan li Sûrîyê Zêde Dike


Mîlîtanên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) ew çend roj in êrîşên mezin li ser hêrêmên Kurdan li bakurê Sûrîyê dikin.

Mîlîtanên DAÎŞ bi çekên ku ji artêşa Îraqê standibûn êrîşên xwe li herêma Kobanê zêde dike ku ew herêm bêxe bin kontrola xwe.

Mîlîtanên DAÎŞ û çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Kurd ji saleke zêdetir şerî hev dikin, lê YPG ti car rê nedida DAÎŞ bajêr kontrol bike.

Bi wan çekên nû ku DAÎŞ ji Îraqê anîne nayê zanîn ku wê encama şer wê çawa be.

Pevçûnên vê dawîyê di vê demê de tên ku DAÎŞ li Îraqê herêmên nû xistine bin kontrola xwe û herwiha dewleteke Îslamî ragihand.

Nûnerê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Newaf Xelîl ji ajansa Assocated Press re gotiye DAÎŞ dixwaze Kobanê bêxe bin kontrola xwe ku herêmên bin kontrola xwe bi rojhilata Sûrîyê ve girêde.

“Em banga piştevanî li tevahîya Kurdên seranser cîhanê dikin,” Xelîl gotiye.

Kurd kêmanîya etnîk ya herî mezin e li Sûrîyê û pirtir jî % 10 23 mîlyon nîfûsa wî welatî pêk tînin. Ew pirtir li bakurê Sûrîyê dijn ku yek jî herêmên xizan yên Sûrîyê ye.

XS
SM
MD
LG