Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xorşîd Elîka: Hikûmeta Kantonan di Warê Aborî de Nikare Tiştekî Bike


Xorşîd Elîka.
Xorşîd Elîka.

Berpirsê Komela Aborînasên Kurd li Sûrîyê (KAKS) Xorşîd Elîka, rewşa aborî ya Kurdistana Sûrîyê ji destpêka krîzê heta niha ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Aborînas Elîka, li Zanîngeha Hesekê Zankoya Al Forat karê akademîk dikir ku heriwaha bi navê Komela Aborînasan li Rojavayê Kurdistanê xebatan dimeşînin.

Ew ji Dengê Amerîka re dibêje, “Komeleya me sala 2006’an hatiye ava kirin, lê piştî destpêka şoreşa Sûrîyê bi rabûna tirsê re, gelek akademîsyen û xwendekarên Kurd jî bi me re kar dikin.”

Aborînasê Kurd dide zanîn, wan jibo siberoja Sûrîyê li ser federalîzma darayî li Kurdistana Sûrîyê xebatên akademîk çêkirine ku bi semîneran ew hatine pêşkeş kirin.

Xorşîd Elîka, rewşa xerab ya aborîyê bi bîr dixe û wiha dipeyive:

“Kurdistana Sûrîyê niha di nav sînoran asê ma ye. Jiber hêz û derdorên mîna DAIŞ’ê derfeta ticaretê nema ye. Lewma jî malbatên Kurd tenê bi pereyên ku ji derve tên hewil didin debara xwe bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:33 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG