Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akgonul: Pêdivîya Tirkîyê bi Şêwr û Zanîna Barzanî Heye


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şandeya payabilinda ligel wî roja Duşemê serdana Tirkîyê kir û bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul û Serkwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinên vê serdanê de, hate ragihandin ku gotûbêjên herî zêde li ser babetên rewşa siyasî û ewlehîya Îraqê ku rewşeke nû derketiye holê hatine kirin.

Herwiha hate zanîn, karbidestên Tirkîyê di hevdîtinan de, piştgirîya xwe jibo helwesta Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser rewşa nû ya Îraqê dîyar kirine.

Şîrovekarê sîyasî Sabrî Akgonul, serdana Serokê Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî ya Tirkîyê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Birêz Akgonul dibêje, jiber ku Îraqê û herêmê baş nas nake, pêdivîya Tirkîyê bi şêwr û zanîna Birêz Barzanî heye ku van danûstandinan pê re dike.

Ew destnîşan dike, Tirkîye cîraneke qedîm ya Kurdistanê ye û ji dema serdana Amedê ya Serok Barzanî ve dîyar bûye ku wê Tirkîye piştgirîyê bide biryara serxwebûna Kurdistanê jî.

Bêtir agahî di dirêjahîya vê raportê de ye

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG