Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke de 15 Kes li Pakistanê Hatine Kuştin


Karbidestên Pakistanî dibêjin, di çar êrîşên firokên bêmirov yên Amerîkî de herî kêm 15 kes li herêma eşirî ya bakurê rojava welêt hatine kuştin.

Karbidest dibêjin êrîş li bajarokê Datta Khel ya li Wezîrîstana Bakur qewimîn.

Demêdest nehat zanîn ku navê kesên kuştî çi ne û ew jî kîjan netew in.

Êrîşên wî rengî sedema serekî ya girjî û alozîya navbera Amerîka û Pakistanê ye.

Îslamabad êrîşên Amerîkî wek destdirejîya serwerîya xwe dibîne.

XS
SM
MD
LG