Berî 45 salan anku 20ê Tîrmeha 1969ê, jibo cara yekê mirov li ser heyvê meşiya.
Asmanbaz Neil Armstrong wê çaxê got, ev gaveke biçûk e jibo mirov, lê çengkirineke mezin e jibo mirovahiyê. Piştî Armstrong bi çend deqeyan, asmanbazê din yê Amerîkî Edwin Aldrin jî gihişt ser heyvê.
Di nîvê sala 1969ê de Amerîka li ser şerê Vietnam parçebûyî bû, protestoyên mafên sivîl lidar bûn û hîn jiber terorkirina Martin Luther King û berbijarê serokatiyê Robert Kennedy Amerîka dinaliya. Lê welat li Tîrmehê wê salê bû yek jibo li tîma Apollo 11 ya dîrokî li ser televizyonê temaşe bike.
Ajansa asmanî ya Amerîkî (NASA) texmîn dike dora nîv milyar kesî li seranserê cîhanê li wê bûyera daketina ser heyvê temaşe kir.
Piştî wê yekê asmanbazên NASA çend caran çûn ser heyvê, lê belê ji sala 1972ê de mirov neçûye ser rûyê heyvê.