Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ewropa Fişarê li Putin Dikin


Rêberên Fransa, Almaya û Brîtanya ji serokê Rûsya Vladimir Putin re dibêjin ku piştrast bike cudaxwazên rojhilat Ukrayna rê bidin vekoleran ku derbasî cihê ketina balefira Malezî bibin yan jî amade be ji rîska tûrebûna Ewropa re.

Serokê Fransayê Francois Hollande, Şîretvana Alman Angela Merkel û Serokwezîrê Brîtanya David Cameron îro Yekşemê lihev kirin ku ji Putin daxwaz bikin zorê li cudaxwazên Ukraynayî bike, rêkê bidin rizgarkar û vekoleran ku derbasî deverê bibin.

Daxuyaniyek ji ofîsa Hollande got, eger Rûsya van gavên tên xwestin demûdest pêk neyîne, ewê encam werin ser, li dema civîneke wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa roja Sêşemê.

XS
SM
MD
LG