Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Fransî: Îhtîmal e Firoka Cezayîrî Ketiye


Tîmên lêgerîn û hawarçûnê li firoka Cezayîrî digerin ku ligel 116 rêwîyên xwe hinda bû.

Firoka Air Algeria ji Burkina Faso ber bi paytaxt Cezayîr diçû.

Tê ragihandin ku firokên ceng yên Fransî li Rojavayê Efrîqa jî tev li hewlên lêgerînê dibin.

Wezîrê Derve yê Fransî Laurent Fabius ji rojnamevanan re got, heta niha ti nîşaneya firokê nehate dîtin û îhtîmaleke mezin e firok ketiye xwarê.

Di firokê de 50 hemwelatîyên Fransî, 24 kes ji Burkina Faso, 8 ji Lubnan, 6 jî Îspanya, 6 ji Cezayîr û 11 rêwîyên din jî ji welatên cihê hebûn.

XS
SM
MD
LG