Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Îhtîmel e jiber Şerê Heyî Kêmahîya Xwarinê li Îraq Peyda Be


Karbidestekî bilind ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî dide ku bi mîlyonan Îraqî rûbirûyê kêmahîya xwarnê bin, jiber şerê berdewam li bakurê welêt.

Berpirsa Alîkarîya Mirovahî ya NY li Îraqê Jacqueline Badcock dibêje, jiber ku gelek zevîyên çandini ketine destê DAÎŞ, topkirina hasilatan rastî astengî hatine.

NY texmîn dike ku 1.2 mîlyon kes jiber şer û alozîyên navbera hikûmeta bi giranî Şîa û hevrikên wê yên Sunnî cîh û warên xwe hêlane.

NY dîyar dike ku pirtir jî nîvê wan kesan piştî 9ê Hezîranê, dema ku DAÎŞ bajarê Mûsilê xist bin kontrola xwe, malên xwe terkandin.

Jacqueline Badcock got, hîn gelek kes hene ku ase mane ku hewil didin ku ji Mûsilê birevin.

Hêjayî gotinê ye herêma Nînova ku Mûsîl jî tê de ye, wek navenda çandinî ya Îraqê tê nasîn.

XS
SM
MD
LG