Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk Biryara Berdewamkirina Polîsên Binçavkirî Da


Dadgeheke Tirk îro Înê biryar da ku 8 polîsên desteserkirî girtî bimînin, bi sedema ku li hember Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û kesên nêzîkî wî sîxurî kirine.

Îhtîmal e, ew kesên girtî werine dadgeh kirin bi îdîaya ku rêxistineke nepênî ya dijî hikûmetê ava kirine ku ji polîs, endamên sîstema dadwerî û dezgehên din yên dilsozî Fethullah Gulen.

Erdogan, Gulen tawanbar dike û dibêje li paş plana darbeya dijî wî Gulen heye.

Hêjayî gotinê ye, di nav polîsên girtî de kesên ku vekolîna doza îdîayên dizî û bertîl ya dijî Erdogan kirine jî hene.

XS
SM
MD
LG